Bûmekorik, bimkerk, kerebûm, kerebum , kundok, kundê şexse, kundê serîpan an kundê çiçk (Athene noctua), cureyekî kundan e.
Dirêjiya bûmekorik ta 22 cm digihê. Giraniya bûmekorik 180 g. Bûmekorik bi çavên zer in, bijangên sipî, serî mezin, lingên dirêj û pûrtê qehweyî bi deqên sipî. [2]
Bûmekorik li gelek warên parzemînên Ewropa û Asyayê dijî ye. Gelek caran bi rojê li ser banê xaniyan an çikrimên telegrafê dihête dîtin. Li hemû derên Kurdistanê dijîn.
Bûmekorik mêş û mûr, kurm, bejavok wekî beqan û balinde û guhandarên biçûk dixwe. Bûmekorik piçkî rojger e.[3]
Bûmekorik, bimkerk, kerebûm, kerebum , kundok, kundê şexse, kundê serîpan an kundê çiçk (Athene noctua), cureyekî kundan e.