Beytika dahlan çivîka daran an jî beytika çiyê (navê latînî: Passer montanus), cureyekî çivikên rast an beytikan e.
Bi granî li ser dahl û li nav hejikên nêzî avahiyan dijîn.
Nêr û mêyên wan dişibitin hev. Ser û pişta wan rengê qehwe, stûyê wan spî, zenglorika wan reş e. Ji beytikên din cudahiya wan ya herî eşkere, bazinê spî yê qirqa wan û deqên reş yê li herdu aliyê ruyê wan e. Nava wan spiyê gewroşkî ye, nikulê wan reş, lingên wan qehwe ye.
Bi giya, bizir an dendik û kuliyan xwedî dibin.
Beytika dahlan çivîka daran an jî beytika çiyê (navê latînî: Passer montanus), cureyekî çivikên rast an beytikan e.