Berazê kovî, berazkûvî yan jî berazê birra[3] (Sus scrufa), cureyekî berazan (Suidae) ji cotsimdaran (Artiodactyla) e ku bi hêz û xurt e.
Ew dikare heta metre û nîvekê (1,5 m) jî dirêj bibe. Berazên kovî dikare bi pozê xwe axê biqelêşe. Diranên berazê nêr mezin in.
Berazên kovî ji bo goşt nêçîra wan dikin li gelek welatên Asya û Ewropayê. Berazên kovî zerareke mezin didin rez û baxçeyan. Berê li çiyayên Kurdistanê berazên kovî gelek bûn lê niha kêm bûne.
Berazê kovî, berazkûvî yan jî berazê birra (Sus scrufa), cureyekî berazan (Suidae) ji cotsimdaran (Artiodactyla) e ku bi hêz û xurt e.