Gafiş (Gentiana) navê çîneke riwekên famîleya gafiş û melvaşan (Gentianaceae) e. Hin cureyên gafişan bi dermanfiroşiyê tên çandin, hinek jî bo baxçevaniyê. Salane, dusalane û pirrsalane ne. Li seranser erdxanê nêzîkî 300 heya 400 cureyên vê riwekê hene. Li Afrîkayê nayên dîtin. Pirranî li nîvkada bakur diçên. Li Ewropayê 35 cure hatine hejmartin, bi taybetî li Alpan.
Çîna Gentiana sala 1753'yê ji aliyê Carl von Linné ve, di Species Plantarum, 1, rûpel 227–232'yê de hatiye binavkirin. Navên din ên vê çînê: Calathiana Delarbre, Chondrophylla A.Nelson, Ciminalis Adans., Dasystephana Adans., Ericala Gray orth. var. Eurythalia D.Don orth. var., Favargera Á.Löve & D.Löve, Gentianodes Á.Löve & D.Löve, Holubogentia Á.Löve & D.Löve, Kuepferella M.Laínz, Kurramiana Omer & Qaiser, Mehraea Á.Löve & D.Löve, Pneumonanthe Gled., Qaisera Omer, Tretorhiza Adans., Ulostoma G.Don. in.
Gafiş (Gentiana) navê çîneke riwekên famîleya gafiş û melvaşan (Gentianaceae) e. Hin cureyên gafişan bi dermanfiroşiyê tên çandin, hinek jî bo baxçevaniyê. Salane, dusalane û pirrsalane ne. Li seranser erdxanê nêzîkî 300 heya 400 cureyên vê riwekê hene. Li Afrîkayê nayên dîtin. Pirranî li nîvkada bakur diçên. Li Ewropayê 35 cure hatine hejmartin, bi taybetî li Alpan.
Gafişa kaşkelijî