dcsimg

Soya ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Soya ango fasulyeya soyayê (bi navê xwe yê zanistî: Glycine max (L.) Merr.), nebateke xwarinê ji famîleya baqilan e (Leguminosae - Faboideae). Nebat navê xwe ji peyva japonî shōyu stendiye ku tê wateya "sosa soyayê"[2].

Hatiye tespîtkirin ku soya ji bo xwarinê heta 1700-1100 B.Z. li bakurê Çînê hatiye çandin. Îro soya li ser 6% rûerda cotkariyê ya cîhanê tê çandin û bi vî awayî toxûmê rûnê ya herî girîng e. Çandiniya soyayê ji bo xwarinê bi taybetî di salên 1970'iyan de her ku çû mezintir bû. Di sala 1960'an de hê 17 mîlyon ton dihate hilberîn[3]. Ev jimar di sala 2010'an de gihîste 261.6 mîlyon ton[4]. Fasulyeya soyayê xwediyê 18% rûn û 38% proteîn e. Qalîteya proteîna nebatê bi ya ajalan hema hema wekhev e, ku girîngbûna soyayê li gorî nebatên din jî ji wir tê. Ji aliyê mirovan ve 2% ya soyayê wek fasulye tê xwarin. Pirraniya beşa din jî ji bo çêkirina rûna soyayê tê bikaranîn. Rûna soyayê him ji bo bikaranîna di pêjgehan de, him jî ji bo çêkirina Bio Diesel tê bikaranîn. Goşta ku ji çêkirina rûna soyayê ber dimîne wek xwarina ji bo ajalan tê bikaranîn[3].

Pêşangeh

Çavkanî

  1. "Glycine max". Encyclopedia of Life. Retrieved February 16, 2012.
  2. Merriam-Webster’s Online Dictionary
  3. a b Glen L. Hartman, Ellen D. West und Theresa K. Herman (2011): Crops that feed the World 2. Soybean—worldwide production, use, and constraints caused by pathogens and pests. Food Security 3: 5-17.
  4. Îstatîstîkên FAO
license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Soya: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Soya ango fasulyeya soyayê (bi navê xwe yê zanistî: Glycine max (L.) Merr.), nebateke xwarinê ji famîleya baqilan e (Leguminosae - Faboideae). Nebat navê xwe ji peyva japonî shōyu stendiye ku tê wateya "sosa soyayê".

Hatiye tespîtkirin ku soya ji bo xwarinê heta 1700-1100 B.Z. li bakurê Çînê hatiye çandin. Îro soya li ser 6% rûerda cotkariyê ya cîhanê tê çandin û bi vî awayî toxûmê rûnê ya herî girîng e. Çandiniya soyayê ji bo xwarinê bi taybetî di salên 1970'iyan de her ku çû mezintir bû. Di sala 1960'an de hê 17 mîlyon ton dihate hilberîn. Ev jimar di sala 2010'an de gihîste 261.6 mîlyon ton. Fasulyeya soyayê xwediyê 18% rûn û 38% proteîn e. Qalîteya proteîna nebatê bi ya ajalan hema hema wekhev e, ku girîngbûna soyayê li gorî nebatên din jî ji wir tê. Ji aliyê mirovan ve 2% ya soyayê wek fasulye tê xwarin. Pirraniya beşa din jî ji bo çêkirina rûna soyayê tê bikaranîn. Rûna soyayê him ji bo bikaranîna di pêjgehan de, him jî ji bo çêkirina Bio Diesel tê bikaranîn. Goşta ku ji çêkirina rûna soyayê ber dimîne wek xwarina ji bo ajalan tê bikaranîn.

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê