dcsimg

Pezmijoka Bengalê ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Pezmijoka Bengalê an pezmijoka Hindî (Varanus bengalensis), cureyek e pezmijokên girsin ku berfirehî li Başûra Asyayê têne dîtin û bi taybetî Hind û Bengalê.

Şayîs

Dirêjiya pezmijoka Bengalê dighêje nêzî 175 cm ,ku qasî dirêjiya ji herêma pozê ta pêş dûvikê 75 cm û dirêjiya dûvikên qasî 100 cm. Bi gelemperî nêr ji mê mestir e. Giraniya pezmijokekê dighêje nêzî 7.2 kg, lê ji vê giraniyê bêtir dibe ku dema tê girtin.[1]

 src=
Serê V. bengalensis ya mest, Ezhimala, Kerala, Hind

Belavbûn û jîngeh

Belavbûna binecureyên pezmijoka Bengalê ji Îran ta Java li Indoniziya yê heye,ku ew belavbûna tewrî berfere di nav cureyên pezmijokan. Pezmijoka Bengalê li newalên çeman li rojhilatên Îran, Afganistan, Pakistan, Hind, Nepal, Srî Lanka, Bengal û Burma têne dîtin. Binecureya Varanus bengalensis nebulosus an pezmijoka ewravî ,li başûra Burma, Vietnam, Kamboca, Taylenda, Malezya , Sumatra, Java û Giravên Sunda têne dîtin, lê li Giravên Andaman nehatibû dîtin.[2]

Belavbûna cure û binecureyên pezmijoka Bengalê bi giştî di blindbûnek e jêrîn e. Pezmijoka Bengalê, li çolên ziwa û daristan ên şil dijî. Piraniya caran li herêmên çandinê têne dîtin û li asteya bilindî qasî 1500 cm dîsa têne dîtin.[3]

Xwarin

Pezmijokên mest ger dikanin hindir daran bikulin ta ku dest li hinek parçemkên bigirin û bixwin.Nêçîriya pezmijoka Bengalê ji: kêz, larveyên kêzan,çengrast, dûpişk, qapûşk, mûrî û nemovikdarên din. Lê nêçîriya pezmijoka Bengalî ji movikdaran ku gelek tewrende ye ewin: beq, masî, qirtîş, mar û kojeran. Pezmijoka Bengalî carnan candek an laşê canewer û ajalên mirî û fetisî dixwe.[4]

Çavkanî

  1. Auffenberg (1994):14-15
  2. Auffenberg (1994):86
  3. Auffenberg (1994):103-118
  4. Auffenberg (1994):267

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Pezmijoka Bengalê: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Pezmijoka Bengalê an pezmijoka Hindî (Varanus bengalensis), cureyek e pezmijokên girsin ku berfirehî li Başûra Asyayê têne dîtin û bi taybetî Hind û Bengalê.

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê