Gerdenmarî an şaqaviyê gerdenmar (bi latînî: Ardea purpurea), cureyekî şaqaviyan e.
Şaqaviyê gerdenmar 80 sentîmetreyan dirêj e. Ji rengê şaqavî biçûktir e. Pişt û çeng risasiyekî bi ser qehweyî ve ne. Kulovank û kofîk reş in. Sermil xemir, bi ser rengê mor ve ne. Sing qemer e û berzik reş e. Ser û gerden sorekî qemer in. Erzink û alek spî ve ne. Rav û gîxên reş û zirav li dirêjayiya gerdena wî ne. Pê keskekî bavzerî risasî ne û çav zer in û nikul risasiyekî bavzer e.
Di navbera Rezberê û Avrêlê de bi rêbarî li Kurdistanê dihê dîtin. Li nîvek û başûrê Ewropa, Afrîkayê navîn, başûr, Tirkmenistan, Qefqaz, bakurê Îran û li Îraqê (li nişîv) têjikan tîne derê. Li peravên erebî bi rêbarî dihê dîtin.
Bi granî li nava zilên avên şêrîn dijî û hêlîna xwe dîsa di nava van zilan de çêdike. Xwarina wî di serî de masî, beq, gumgumok, kêz, mişk, mar û hwd ne...