Marmasî (Anguilliformes), komek masiyên dirûvê maran ji çîna masiyên perikên strîdar (Actionpterygii) e. Marmasî ji nêzî 4 binekom, 20 famîle, 111 cins û 800 cureyan çêdibe. Marmasiyê Ewropî (Anguilla anguilla), ew cureyê navdar e di vê komê Anguilliformes de. Piraniya marmasiyan nêçîrvan in.
Marmasî masiyek e dirêjkirî ye, ku dirêjiya cureyekî nolê marmasî bi kulabekî tenê (Monognathus ahlstroml) , derdorî 5 cm û dirêjiyê cureyekî din wekî marmasiyê ziravê dêwlaş () qasî 4 m. Giraniyê marmasiyê mezin ji 30 g ta 25 kg hene.Ji ber ku di dûrî ve wek maran e jê re marmasî dibêjin. Marmasî di avên bê xwê û di avên bi xwê de dijî. Hin cureyên xwê yên behrê bi jehr in. Marmasiyê çemê Firat wek belek û qasa nîv metroyekê drêj dibin. Pozê wî tûjik e û serê wî bi histrî ye. Li her aliyen serê wî perikek heye.
Binekoma ( Anguilloidei)
Binekoma Congroidei
Binekoma Nemichthyoidei
Binekoma Synaphobranchoidei