Bûm , taqtaqî[çavkanî pêwîst e] , bûmê taqtaqî[çavkanî pêwîst e] an jî pûm (Otus scops), cins û cureyekî kundê nimûneyî (Strigidae) e.
Bûmê taqtaqî li çend deverên parzemînên Asya, Ewropa û bakurê Afrîkayê tê dîtin di demsala havînê, lê di werzê zivistanê li herêmên navîn û başûr ji parzemîna Afrîkayê derbas dike.
Bûmê taqtaqî kundekî biçûk û guhbel. Dirêjiya bûmê taqtaqî 19-21 cm e û navbera her du baskan 47-54 cm digihê, lê giraniya wî di navbera 64-135 g.[2]Rengê bûmê taqtaqî gewr-qehweyî ye bi rûyekî zeriktir xuya dike.
Bûmê taqtaqî şevger e ku li daristanê dijî û dengê wî ji yê kundan cuda ye, nêrê bûm fîkfîk dike mîna pwû-pwû-pwû
Bûmê taqtaqî mêş û mûr û nemovikdaran dixwe.
Bûm , taqtaqî[çavkanî pêwîst e] , bûmê taqtaqî[çavkanî pêwîst e] an jî pûm (Otus scops), cins û cureyekî kundê nimûneyî (Strigidae) e.