Beq an boq ( bi latînî Anura, ango "bêdûvik"), komek e mezin ji canewerên bejavî ne, ku him di nav avê de û him jî li bejahiyê dijîn. Dema hîn kurmik in bi berkurkê û dema mezin dibin jî pisikên xwe bihnê didin û distînin. Biharan beq xerzên xwe datînin. Di nav xerzeke beqê de bi hezaran hêk hene.
Ji hêkên wan kurmik çêdibin. Heta ku ew dibin beq çend caran formê xwe diguherin. Lingên wan ên paş bi hêz in ku xwe baş çeng bikin.
Koma beqan an Anura , goştxwerin ku kurm û kêzan dixwin, ta ku hinek cureyên beqan hene ku dikanin beqên ji cins û cureyên din dixwin wek beqga. Ew nêçîra xwe bi zimanê xwe yê dirêj digirin.